Xizmetgozariyên Qutabiyan

Li Zanîngeha Zaxo avahîyên taybet jibû qutabîyan hatîne terxankirin, wek Pertûkxane, Pişkên navxweyî û Kafîtirya, herwesa amadekirina harîkarên darayî û rêkxistina çalakîyên zanisatî û werzişî bi mebesta berizkirina astê zanistî û rewşenbîrî yê qutabî.

Pertokxane

Pertokxana Zanîngeha Zaxo bi erkê xwe dizanit, piştevanîya perwede û rewşenbîrîya qutabî di alîyê dabînkirina jêderên keltorî û zanistî da biken, ev çende jî birêka bodceyeka taybet jibû zêdekirina pertûk û jêderên dîtir di pertûkxanêda dihête encamdan, ev xizmetgozarîye jibû Qutabî, Mamusta, Fermanber û Vekolînên Zanîngehên ditir yên Herêma Kurdistanê pêşkêşkirin.

Zanîngeha Zaxo di paşerojeka nêzîkda pilana dirostkirina pertûkxaneyeka elîktironî ya pêşkeftî heye û di evî sîstemê elîktironî da qutabî û vekoler dikarin bi asanî zanyarîyan werbigrin.

Xizmetgozarîya entirnêtê

Ev xizmetgozarîye li tevaya komelgeha zanîngehê heya, qutabî û fermanber dikarin bikarbihênin û mifayekê erênî jê werbigrin, hejî amajepêdanê ye ko entirnêta zanîngeha me ji corê wayrlêse.

Harîkarên darayî

Zanîngeha Zaxo bi awayekê dadperwerane derfetê bi hemû qutabîyan didet, ko bê beramber li zanîngeha navbirî bixuynin, herwesa jûran li pişkên navxweyî jibû qutabîyên ji derveyî Bajarê Zaxo dihên amade dike, zêdebarî evê çendê Zanîngeha Zaxo radibît bi dana padaştek heyvane û goncayî bi qutabîyan, dako bikarin hindek ji pêdvîyên xwe pê dabîn biken.

Kfîtirya û Xaringeh

Karê serekî yê kafîtiryayê berhevkirina xwarin û vexwarinê ye jibû qutabî, mamusta û fermanberên zanîngehê, hejî amajepêdanê ye li hemî demên dewama fermî xwarin û vexwarin berhevin, ev xwarin û vexwarne bi hemî corên xwe ve bi buhayekê erzan dihêne pêşkêşkirin.